Di xwepêşandanên Lubnanê de zêdetirî 400 kesan birîndar bûn
Jêderên xaça sor a Lubnanê ragihandin ku xwepêşandan li nêzîkî avahiyên parlemanê û serokatiya encûmena wezîran a wî welatî birêve çûn û piştre alozî û tundûtîjî hiyê yên Beyrûtê de çêbûye û bi wê sedemê 400 kes birîndar bûne.
Ji roja şemiya borî ve xwepêşandan li Beyrût a paytextê Lubnanê li dijî hikûmetê destpê kiriye û pevçûn di navbera welatiyan û hêzên polîs û artêşê de rûdaye û 17 welatî bi guleyên hêzên ewlekariyê û gaza rondikrêjê birîndar bibûn lê belê heya niha temamê ziyanên canî yê wan xwepêşansanan nayê zanînê.
Welatiyan jiber zêdebûna çopê û belavbûna bêhna nexweş û metirsiya serhildana nexweşiyan daketine kolanan ku ji ber daxistina nivîsgehên çareserkirina çopa wî welatî derketiye holê.
Beşek ji welatiyên Beyrûtê neçar bûne ku çopên xwe li ser kolanan bişewitînin û ew jî bûye sedema belavbûna gazên ziyanbexş ên jehrawî , li ser wê yekê jî navê xwepêşandanan bi (Bêhna we derketiye) lê kirine.
