• Wednesday, 18 February 2026
logo

Fermandarekî pilebilind ê Pêşmerge jiyana xwe ji dest da

Gulan Media August 25, 2015 Nûçe
Fermandarekî pilebilind ê Pêşmerge jiyana xwe ji dest da
Di encama bûyereke tirafîkê de li bajarokê Xebat ê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û berpirsê Eniya Xazirê jiyana xwe ji dest da.

Jêderekî ji nava Hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din saet 12:30, Endamê Polîtburoya PDK û Berpirsê Eniya Hêzên Pêşmerge li Xazirê, Fereydûn Ciwanroyî ji ber bûyereke tirafîkê jiyana xwe ji dest da.”

Heman jêderê wiha got: “Ew bûyer li Xebat (Rojavayê Hewlêrê) di encama lihevxistina 2 otomobîlan rûdaye û ji ber wê yekê jî Fereydûn Ciwanroyî ku fermandarekî pilebilind ê Pêşmerge ye, jiyana xwe ji dest daye, herwiha çend Pêşmergeyên din jî bi giranî birîndar bûne.”

Wê jêderê da zanîn ku, di dema ku ew herdu otomobîl lihev ketin, otomobîla Fereydûn Ciwanroyî agir pê ket û şewitî.

Rêveberê Polîsê Hewlêrê, Lîwa Ebdulxaliq Telet ji cihê bûyerê ji Rûdawê re ragihand: “Jibilî mirina Fereydûn Ciwanroyî 5 pêşmergeyên din di otomobîlên pişt wî de bi giranî birîndar bûne.”

Ji aliyê xwe ve, peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Termê Fereydûn Ciwanroyî û şûfêrê wî bo nexweşxaneyê hatine rakirin. Herwiha pêşmergeyên birîndar jî tên dermankirin.”

Ciwanroyî endamê Polîtburoya PDKê û berpirsê Eniya Hêzên Pêşmerge li Xazirê bû. Beriya şerê DAIŞê, berpirsê serkirdatiya PDK li Silêmaniyê bû.

Rudaw
Top