Şêx Cefer: Pêşmerge ji aliyê derûnî ve ne aramin
Fermandarê Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa diyar dike ku Pêşmerge ji berberiya navxwe ya partiyan nîgeran nabe. Lê belê nakokiyên siyasî karîgerî li wan jî dike û ji aliyê derûnî ve ne rehet û aramin.
Fermandarê Hêzên 70 yê Hêzên Pêşmerge Şêx Cefer Şêx Mistefa ji malpera fermî ya Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê re ragehand ku lihevnekirina aliyên siyasî û dirêjkirina mijara pirsa hilbijartina serokatiya herêmê, karîgeriyek ne baş li Pêşmerge dike.
Şêx Mistefa dibêje: ”Pêşmerge li dijî rêxistin terorîstî Kurdistan parast, gelek şehîd û birîndar dan. Jiyan û xweşiya xwe jî xistine xizmeta gel, lê belê partiyên siyasî li ser vê hesabê wan pozberiyek na şerefane dikin.”
Fermandarê Pêşmerge diyar dike ku ti pirsgirêk nikarin moralê Pêşmerge bişkînin û heta pirsgirêka darayî jî û dibêje; ”Pêşmerge beriya here nav sengerê jî dizaniya ku birsîbûn, şehîd û birîndar bûn heye. Lê ewên di navenda biryaran de ne divê rewşa wan bifikirin, pêwîstiyên wan û malbatên wan dabîn bikin.”
Şêx Mistefa dibêje, ”Ewê ji bo Pêşmerge ji destê min bê ezê bikim” û diyar dike ku divê Parlamen û wezareta Pêşmerge jiyanek baş bo wan dabîn bike.
Basnews
