Şivan Perwer bang li kurdan kir: Rojava Vala nekin!
Şivan Perwer di daxuyaniyekê de bo televizona Rûdawê li Başûrê Kurdistanê behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û metirsiya valabûna wî parçeyê Kurdistanê ji gelê kurd dike û tekezî li ser girîngiya mana kurdan li Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje: “ Rojavayê Kurdistanê bi xêr û bêr e û dewlemend e, pêwîst e ew parçeyê welatneyê valakirin.”
Şivan Perwer bang li gelê Rojavayê Kurdistanê dike û wiha dibêje: “Ez weke hunermendê we, hêvî dikim hûn dest ji welatê xwe bernedin.”
Herwiha Perwer daxwaz ji siyasetmadarên Rojavayê Kurdistanê kir ku bi hev re alîkar bin û hevdû qebûl bikin û li berjewendiyên giştî yên Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û kar bikin.
Hunermendê navdarê Kurdistanê herwiha tekez kir: "Ewên ku bo parastina welat canê xwe dikin qurbanî ji me re gelek hêja û ezîz in, lê Rojava bi gel dê ava bibe, eger gel vala bike û nemîne, bêyî gel Rojava pêk nayê û ti qîmeta wê jî nîne."
Şivan Perwer daxwazekê arasteyê hemû kurdan jî dike û dibêje: "Rojava bo Kurdistanê û paşeroja kurdan gelek giring e û pêwîst e hemû kurd giringiyê pê bidin û nehêlin gel zêdetir Rojava vala bike."
