Nûnertiya Yekitiya Awropa li Hewlêrê vebû
Doh bişev bi awayeke fermî Ofîsa Nûneratiya YE li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê hate vekirin. Di merasîma vekirina Ofîsa YAyê de, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê YA li Bexdayê jî Jana Hybaskova amade bûn.
Nêçîrvan Barzanî di vê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de amaje bi giringiya biryara vekirina vê nûneratiyê da û ragihand: “Ew demek zêde bû ku em li benda vê pêngavê û vekirina Ofîsa Nûneratiya YA li Kurdistanê bûn.”
Barzanî ragihand ku, serdana Nûnera Karûbarên Derve ya YAyê bo Kurdistanê Federica Mogherini sedemek girîng bû bo vekirina vê ofîsê li Hewlêrê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî behsa pêwendiya navbera YA û Kurdistanê jî kir û got: “Pêwendiyên navbera Kurdistanê û YAyê dîrokek erênî û baş heye û Kurdistan dikare sûd ji ezmûna welatên Yekîtiya Awropayê werbigre.”
Nêçîrvan Barzanî got: “YAyê dikare di rûbirûbûna terorê de zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike, bi taybet di warê perwerdekirina leşekerî û dabînkirina çek û teqemeniyên pêşkevtî bo Hêzên Pêşmerge de dikare alîkariya me bike.”
Barzanî di axavtina xwe de behsa êrişîn çekdarên DAIŞê bo ser Kurdistanê û bi taybet Şingalê û kurdên êzidî kir û got: “Piştî rizgarkirina hinek navçe û deveran heta niha 12 gorên bi kom hatine dîtin, lê tê çaverêkirin piştî rizgarkirina Şingalê hejmara gorên wisa zêdetir bin.”
Serokwezîr Barzanî herwiha daxwaz ji rayedarên YAyê kir, ku alîkariya Başûrê Kurdistanê bikin da ku dosyaya tawanên DAIŞê li dijî kurdan û bi taybet kurdên êzidî bo dadgeha navdewletî ya Lahey were şandin.
Nêçîrvan Barzanî behsa zêdebûna hejmara nûneratiyên welatên biyanî li Başûrê Kurdistanê jî kir û ragihand, heta niha 33 ofîsên nûneratiyên biyanî li Başûrê Kurdistanê hatine vekirin.
Basnews
