Fûad Hisên: Êdî pêwîst e em biryara xwe bidin
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên duh piştî bi dawî hatina kombûna navbera 5 partiyên serekî yên Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê, daxuyaniyek rojnamevanî da.
Fûad Hisên di daxuyaniya xwe de ragihand, wan daxwaz ji aliyan kiriye di kombûnên bê de xalên xwe pêşkêş bikin da ku kombûna dahatî kombûnek bo biryardanê li ser pirsa serokatiyê be.
Hisên herwiha got: "Kombûna li Silêmaniyê û kombûnên pêştir jî, bo guhertina nêrînan û bo zanîna helwestên hev bû, lê belê pêwîst e kombûna dahatî bo biryardanê be, da ku em ber bi biryardana dawî ve herin. Çimku rewşa Kurdistanê wê yekê ji hemû aliyên siyasî dixwaze ku aliyên siyasî li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê rêkevtinê bikin."
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi kombûna Silêmaniyê kir û ragihand, kombûnek erênî bû û tê de hewl hat dan xalên hevbeş û xalên nakokî yên di navbera wan projeqanûnan bên nirxanin ku aliyên siyasî bo pirsa seroaktiyê pêşkêşî parlamentoyê kirine.
Hisên da zanîn: "Civîna bê ya di roja çarşemiyê de, civînek yekalîkir dibe û em dê di wê civînê de çend biryaran bidin."
