Civîna Silêmaniyê bi dawî bû
Li gor agahiyênm Rûdawê, civîna 5 alî ya navbera her 5 partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê, ku îro li bajarê Silêmaniyê hatibû lidarxistin, bi dawî bûye.
Civîn di berdewamiya hewlên aliyên siaysî bo çareserkirina pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatibû lidarxistin.
Pêştir çend civînên berfireh û 5 alî bi bi beşdariya tîmên danûstandinkar ên her 5 aliyên sereke yên Başûrê Kurdistanê û bi amadebûna nûnerên Amerîka, Birîtanya û Neyeweyên Yekbûyî li Hewlêrê pêkhatibûn.
Agahiyên zêdetir dê werin…..
Rudaw
