Yekitiya Ewropa li Hewlêrê nûnertiya xwe vedike
Ofîsa Nûnertiya Yekitiya Ewropayê li Hewlêrê îro vedibe. Piştî hewlên siyasî yên Rêveberiya Herêma Kurdistanê ligel Yekitiya Ewropayê biryara vekirina nûnetriya xwe da.
Derbarê mijarê de Berpirsê Pêwendiyên ligel YE ya Herêma Kurdistanê Dilawer Ajgeyî bo BasNews ragehand ku ev pêngav bo pêwendiyên YE û Herêma Kurdistanê destkeftek dîrokî ye û got: ”Peyamek aşkera yê YE bo navçeyê û dinyayê ye ku nîşana giringîdayîna Herêma Kurdistanê ye.”
Ajgeyî diyar kir ku di heman demê de nûnertiya Herêma Kurdistanê di Komîsyon û Parlamena Ewropa de heye û got: ”Wê hewlên me berdewam bin bo bihêzkirina pêwedniyên siyasî, aborî û bazirganî.”
Basnews
