• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hevşaredarên Colemêrgê hatin girtin

Gulan Media August 23, 2015 Nûçe
Hevşaredarên Colemêrgê hatin girtin
Hevşaredarên Colemêrgê Dilek Hatîpoglu û Nurullah Çiftçî û Hevserokê Rêxistina Navçeyê ya Navend a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îsmaîl Sihat Kaya ku beriya niha hatibûn binçavkirin, piştî dadgehê hatin girtin.


Hevşaredarên Colemêrgê Nurullah Çiftçî û Dilek Hatipoglu û Hevserokê Rêxistina Navçeyê ya Navenda HDPê Îsmail Sihat Kaya 20ê Tebaxê îsal bi hêceta “xerakirina nîzama makezagonê û xerakirina yekîtî û hebûna dewletê” hatibûn binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Colemêrge derbarê Dilek Hatipoglu, Nurullah Çiftçî û Îsmail Sihat lêpirsîn dabûn dest pê kirin. Hatipoglu, Çiftçî û Kaya piştî hatin dadgehkirin, ji aliyê dedgeha nobedar bi tawana “xerakirina yekitiya dewletê” hatin girtin.

Rudaw
Top