• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîrê Tirk bersiva Demîrtaş da: Heta çek neyên çalkirin…

Gulan Media August 23, 2015 Nûçe
Wezîrê Tirk bersiva Demîrtaş da: Heta çek neyên çalkirin…
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz bersiva banga Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş a sekinandina şer da û got, heta çekên PKKê neyên çalkirin operasyon dê bidomin.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, li bajarê Qeyseriyê yê Tirkiyê tevlî civîneke rayedarên AKPê bû û li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya welêt daxuyanî da.

Taner Yildiz, bersiva banga Demîrtaş a ku gotibû “divê PKK û dewlet bê şert û merc şer bidin sekinandin” da û got, Demîrtaş dema dît roja hilbijartinên pêşwext diyar bû bang kir û got, “bila her du alî şer bidin sekinandin” û wiha êrişî Demîrtaş kir:

“Tu çawa hêzên artêşa Tirk û yên çiyê (qesta wî gerîlayên PKKê ye) dikî yek? Tu nikarî ji wan re bêjî terorîst. Êdî ti kes bi soz û saza te bawer nake…”

Yildiz, ku hevalekî nêzîk ê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e jî, behsa daxuyaniya vê dawiyê ya KCKê jî kir û got, Qendîlê duh peyamek belav kiribû û daxwaza zindîkirina rûhê Parka Gezî kiribû. Ev bangawaziya serhildan û îsyanê ye. Jixwe me beriya niha gotibû, bûyerên Parka Gezî ji aliyê gellek aliyan ve ji rê tên derxistin.

Wî rayedarê Tirk anî ziman ku eger biryar be yek çekan deyne ew jî PKK ye û artêş ti carî ji operasyon û şerê li dijî PKKê gav paşde navêje û wiha axivî:

“Heta çek neyên çalkirin operasyon dê bidomin. Kengê çek hatin çalkirin wê çaxê emê jî gotinên xwe bêjin. Diviya PKKê 15 Nîsanê çek danîba lê nekir û pêvajoya çarseriyê binpê kir…”

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş duh li bajarê Îzmîrê bang li PKK û dewleta Tirk kiribû, bê şert û merc şer bidin sekinandin û vegerin ser maseya diyalogê.

Rudaw
Top