Îran û Brîtanya, piştî 4 salan dîsa balyozxaneyên xwe vedikin
Îran û Brîtanya dîsa pêwendiyên xwe yên dîplomatîk derdixînin asta balyozan û balyozxaneyên xwe li London û Tehranê vedikin.
Balyozxaneya Brîtanya li Tehranê dê bi merasimeke fermî û bi beşdarbûna Wezîrê Derve yê wî welatî Philip Hamond û rayedarên dewleta Îranê were vekirin.
Heta niha nayê zanîn ka Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf dê tevlî wê merasimê bibe yan na.
Hevdem digel vekirina balyozxaneya Brîtanya, dê balyozxaneya Îranê li Londonê jî bi merasimekê were vekirin.
Li gorî medyaya Îranê, bîstekê beriya niha Wezîrê Derve yê Brîtanya Philip Hamond gihîşt Tehranê. Hamon, ku yekemîn Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ku ji sala 2003ê ve serdana Îranê dike, dê bi Wezîrê Derve yê Îranê re jî hevdîtin bike.
Roja 29ê Mijdara 2011ê komek xortên îranî ji ber dorpêçên aborî yên li ser Îranê, hêrs bibûn û êrişî balyozxaneya Brîtanya li Tehranê kiribûn. Xortên îranî ala Brîtanya şewitandibûn û çend karmendên balyozxanê jî desteser kiribûn.
Roja paşîn (30ê Mijdarê) Brîtanya balyozxaneya xwe girt, tevahiya dîplomatên xwe ji Îranê vekişand û bang li Îranê jî kir, dîplomatên xwe ji Brîtanya vekişîne.
Rudaw
