Amed – Leşkerekî Tirk hat kuştin 3 jî birîndar bûn
Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê sibê li ser rêya bajarên Pasûr û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê, bombeyek bi otomobîla hêzên Tirk de teqiya.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de leşkerek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Hat gotin ku ew leşkerên ku li ber teqîna bombeyê ketine, nobedarên bendavê bûn.
Rudaw
