Parlamenterê Ereb Barzanî bi avakirina ‘Dewleta Kurdî’ tometbar dike
Parlamenterê tundrew ê freaksiyona Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Mihemed Sadun Sehiwd bi zimanek hişk êrîş dike ser Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û dibêje ku dixwaze yekitiya Iraqê perçe bike.
Parlamenterê tundrew ê Parlamena Iraqê Mihemed Sadun Sehiwd di daxuyaniyek taybet de dibêje ku Serokê Herêma Kurdistanê bi parçekirina Iraqê dest daniye ser perçeyek serwet û samanê Iraqê.
Li gor nûçeyên ragehandina Iraqê navborî diyar dike ”Barzanî bingeha dewletek Kurdî damezrandiye” û xwe weke xemxorê Kurdan dibîne û dibêje: ”Barzanî dewletek polîsî damezrandiye. Ev dewlet jî ji aliyê binemala wî ve tê birêvebirin. Ew serweriya Kurdan dike.”
Eve demeke ku hejmarek parlamenter û kesayetên tundrew ên Ereb bi van tometan êrîş dikine ser Mesûd Barzanî.
Basnews
