• Wednesday, 18 February 2026
logo

Demîrtaş: Divê PKK û dewlet bê şert şer bidin sekinandin

Gulan Media August 23, 2015 Nûçe
Demîrtaş: Divê PKK û dewlet bê şert şer bidin sekinandin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş bang li PKK û hikûmeta Tirkiyê kir, bê şert û mert şer bidin sekinandin û vegerin ser maseya diyalog û muzakereyê.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, duh li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê tevlî civîna bi navê “Aştî” bû.

Selahedîn Demîrtaş behsa hilbijartinên pêşwext kir û ragihand, divê êdî her kes bizanibe ku bi vê desthilata niha Tirkiye nagihîje ti derekî lewma divê em desthilatek din bidin avakirin.

Demîrtaş anî ziman ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dest daniye ser her tiştî û got, em êdî li ser van tiştan napeyîvin, jixwe ew tiştên ku wan dixwestin bikin, derket holê. Em wek HDP dê bi bernameyeke ku desthilateke demokratîk bike aramnca xwe, bimeşin.

Hevserokê HDPê, Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglu rexne kir û got, heta niha we ji bo daxistina gerîlayên PKKê ji çiyê, çi qanûnek derxistiye? Me ji we re got werin em bi hev re wê qanûnê derxînin we çima nekir? PKKê gotibû, em ji vê yekê re amade ne.

Selahedîn Demîrtaş bang li civaka Tirkiyê jî kir ku divê li hember yên ku ji şer sûdê dibînin, hişyar be çimkî her çiqas banga aştiyê û çalakiyên aştiyê zêde bibin şer dê ewqas zû biqede. HDP behsa aştiyê dike ew fermana şer didin. Ew gel wek pez dibînin.

Demîrtaş her wiha bang li PKK û hikûmeta Tirkiyê kir ku bê şert û merc şer bidin sekinandin û vegerin ser maseya diyalogê. Demîrtaş wiha got:

“Ez dîsa bang dikim; divê PKK bê şert û merc çalakiyên xwe bide sekinandin. Hikûmet jî bê şert û merc operasyonan bide sekinandin. Em nikarin li benda encamên hilbijartinan bimînin, dayîkên kurd û dayîkên tirk digirîn.”

Hevserokê HDPê bang li tevahiya civaka Tirkiyê kir, li dijî şer dakevin kolanan û pêşiya şer bigirin.

Demîrtaş beriya niha jî gellek caran banga sekinandina şer ji PKK û dewleta Tirk kiribû lê banga wî ya vê carê ji yên din cudatir e. Demîrtaş vê carê ji wan dixwaze bê şert û merc şer rawestînin.

Beriya niha Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu û Alîkarê wî Yalçin Akdogan gotibûn, bila Demîrtaş bang li PKKê bike bê şert û merc şer bide sekinandin û çekan bêdeng bike.

Hevserokê HDPê Demîrtaş roja 21ê vê mehê li Stokholmê bi Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallstromê re hevdîtin kiribû. Li wir jî Demîrtaş bang li PKK û dewleta Tirkiyê kiribû, şer bidin sekinandin û vegerin ser maseya diyalogê.

Wezîra Derve ya Swêdê jî dilgiraniya xwe ji têkçûna pêvajoya çareseriyê anîbû ziman û bang li her du aliyan kiribû, dîsa dest bi muzakereyê bikin.

Rudaw
Top