• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parlementerên Yunanî dev ji partiya Syriza ber didin

Gulan Media August 23, 2015 Nûçe
Parlementerên Yunanî dev ji partiya Syriza ber didin

25 Parlamanterên Yunanî ji Partiya Syriza Vediqetin

Endamên çepgerên tundrê yên partîya Syriza ya serokwezîr Alexis Tsipras ji partîya xwe cihê bûn, piştî ku hewla wan ya astengkirina paketa bi şert ya Banka Navendî ya Ewrupî (European Central Bank) serketî nebû.

25 parlamanter îro Înê ragihand ku ewê partîyeke nû ya bi nave Partîya Yekîtîya Gel damezrînin ku di parlemamana 300 kursîyê de wê bibe partîya herî mezin ya sisêyan.

Endamên Partiya Yekîtîya Gel ew kes in ku ji helwesta Tsipras eciz in, piştî ku wî li soza xwe ziviribû û hember deynên nû, şertên giran yên Yekîtîya Ewrupa qebul kiribû.

Top