Parlamenterên kurd: Xwepêşandana Bexdayê vegeriyaye dijberiya kurdan
Nêzîkî 20 rojan e li Bexdayê xwepêşandan û nerazîbûna li dijî nebûna xizmetguzariyê û hebûna gendeliyê di nav hikûmeta Iraqê de tê kirin. Herî dawî Serokwezîrê Iraqê Heyde Ebadî qaşo bersiva daxwaziyên xwepêşanderan da û dest bi hilweşandina hinek kursiyan da. Di encama wê reformê de ziyanek mezin gihîşt pişka kurd di hikûmeta Iraqê de.
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê, Dr. Musenna Emîn li ser vê yekê ji Rûdawê re got, em jî alîgirên guhertin, reform û başkirina rewşa jiyana welatiyan in lê ew tişta ku di xwepêşandanê de tê dîtin dijîtiya hinek rayedar û siyasetmedarên kurd e.
Dr. Emîn diyar kir ku beşek ji karê Ebadî reform e lê beşek jî kûdeta ye çimkî di wê mijarê de raya Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm nepirsiye.
Li gorî wî parlamenterê kurd, Ebadî ji rewşa aloz a Herêma Kurdistanê sûd werdigire û di bin navê reformê de dixwaze hêza kurd biçûk bike û gellek kursiyên kurdan jê standine.
Duh jî li Bexdayê xwepêşandan hat kirin. Di wê xwepêşandanê de navên wan parlamenterên kurd ên ku di dema pesendkirina reformên Ebadî de beşdarî civîna parlamentoyê nebibûn, wek “xayîn” dihatin bangkirin.
Parlamenterê kurd û endamê Komela Îslamî ya Kurdistanê, Zana Rostayî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, min ji ber nexweşiyê destûr standibû lê ji me re hat gotin ku navê min û çend parlamenterên din ên kurd hatine belavkirin.
Zana Rostayî jî tirsa xwe ji xwepêşandanên Bexdayê nîşan da û got, daxwaziyên wan êdî metirsîdar bûne çimkî daxwaza hilweşandina parlamentoyê û encumenên parêzgehan û guhertina Destûrê dikin, ji ber wê jî ez şikber im ji vê yekê.
Rudaw
