PYD: Di teqîna Qamişlo de Tirkiyê alîkarî dabû DAIŞê
Berdevkê ragihandinê yê hêzên asayişê yên PYDê, Mihemed Xelo li ser teqîna roja çarşema borî (19ê Tebaxê) ya Qamişlo axivî û got, çekdarên DAIŞê rêbend derbas nekirine lê Tirkiyê alîkariya wan kiriye ku derbasî Qamişlo bibin.
Mihemed Xelo her wiha diyar kir ku Tirkiye sînor ji DAIŞê re vedike û alîkariya wan dike û got, lê çi ji destê me were emê pêşiya wan êrişan bigirin.
Di encama teqîna roja 19ê Tebaxê de ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû kirin, 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bibûn ku piraniya wan sivîl bûn.
Rudaw
