‘Serokê Parlamenê, Kurdistan nêzîkê şerê navxweyî kir’
Endamê Serkirdetiya Yekgirtû Îslamî Xazî Seîd derbarê krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê de ji ajansa Anadol re axivî û diyar kir ku xeletiyek mezin bû ku Serokê Parlamenê Yusif Mihemed di 19’ê Tebaxê de bi pêdagir xwest parlamenê bicivîne.
Seîd amaje bi wê yekê dike ku aliyên siyasî ji derveyî parlamenê rêkeftin derbarê pirsa serokatiyê de nekiribûn, ji ber vê jî heger ev rûniştin bigehişta encamekê wê demê rêkeftina di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê jî hildiweşiya, Kurdistan perçe perçe dibû û herwiha pirsgirêkên mezintir jî, şerê navxweyî jî derdiket.
Derbarê helwesta partiya xwe de jî navborî diyarkir ku wan di 13’ê Hezîranê de biryar dane ku pirsa serokatiya herêmê divê bi rêkeftin û lihevkiriin bê çareserkirin. Xazî Seîd got ku eve biryara wan bûye û red kir ku ti aliyekê gef li wan xwaribe.
Basnews
