• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îran: Yên bixwazin Kurdistanê veqetenînin emê jinav bibin

Gulan Media August 22, 2015 Nûçe
Îran: Yên bixwazin Kurdistanê veqetenînin emê jinav bibin
Parêzgarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê Ebdulmihemed Zahidî partiyên Rojhialtê Kurdistanê bi xayin bi nav kir û hişyarî da wan ku ew dê him tola êrişên wê dawiyê hildin û him jî cudaxwazan ji nav bibin.

Parêzgarê Sineyê li Rojhilatê Kurdistanê di merasima binaxkirina 5 endamên Supaya Pasdaran de ku li navçeya Kamyaranê hatibûn kuştin, hişyarî da partiyên Rojhilatê Kurdistanê û ragihand ku ew dê bi şêweyekî emniyetî bi her aliyekî re reftarê bikin ku xwîna xortên Kurd birijîne.

Parêzgarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê Ebdulmihhemed Zahidî partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi xiyanetê û bicîkirina siyasetên welatên rojavayî tometbar dike û dibêje êdî ew alî nikarin slogana parvemana deveran û emniyetîbûna Kurdistanê hildin.

Ebdulmihemed Zahidî got, parêzgeha Sineyê yek ji ewlehtirîn parêzgehên Îranê ye û bi başî bi pêş dikeve.

Zahidî hişariyê jî da partî û saziyên Rojhilatê Kurdistanê ku her kesek xwîna ciwanên Kurd birijîne, dê bi şêweyekî emniyetî pê re reftar were kirin û her aliyek ku bixwaze navçeyên Kurdistanê ji Îranê veqetîne, ew dê jinav bibin.

Parêzgarê Sineyê herwiha tekez jî kir ku ew dê tola xwîna wan 5 ciwanan hildin.

Roja pêncşemiya derbasbûyî, Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) baskê çekdarî yê Partiya Jiyana Azad a Kurrdistanê (PJAK) di daxuyaniyekê de ragihand ku wan ji bo tolhildana darvekirina girtiyê siyasî yê kurd Sîwran Nejawî, 12 endamên Supaya Pasdarên Îranê li Kamyaranê kuştine.

Berpirsên Îranê jî dibêjin di wan êrîşan de tenê 5 kes ji endamên saziya Besîcê hatine kuştin.

Rudaw
Top