Fuad Hûsên: Nêrîna aliyan li hev nêzîke
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hûsên derbarê civîna 5 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ya derbarê pirsa hilbijartina serokatiya herêmê de ragehand ku nêrîna aliyan nêzîkê hev bûye.
Sêyemîn civîna aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê îro li Hewlêrê birêve çû. Piştî civînê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hûsên daxuyand ku civîn erênî bûye.
Civîna PDK, YNK, Goran û herdu partiyên Îslamî Komele û Yegirtû, îro di demjimêr 10:30’ê li Hola Saed Abullah a Hewlêrê pêkhat. Civîn heta 15:30’ê êvarî berdewam bû.
Bi tevê nûnerên van partiyan Serokê Diwanan Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hûsên, Serokê berî yê parlemenê Ednan Muftî, Serkreterê berî yê Parlamenê Fersed Ehmed jî beşadarî civînê bûn.
Piştî civînê Hûsên di daxuyaniyek çapemeniyê de ragehand ku civîn erênî derbas bûye û nêrîna aliyan jî nêzîkê hev bûye.
Basnews
