PYD: Em ji Girê Spî derneketine û dernakevin jî
Partiya Yekitiya Demokrata (PYD) ragehand ku ewan hêzên xwe yên çekdar ji navçeya sînor ê Girê Spî venekêşandiye û li gel Artêşa Azad a Suriyê vê navçeyê birêve dibin.
Di medya Tirkiyê de hatibû gotin ku PYD ji navçeya Girê Spî vekêşiyaye û ev der radestê Artêşa Azad a Suriyê kiriye. Derbarê mijarê de berpirsê PYD’ê yê Girê Spî Omer Eluş ev nûçe derewand.
Elûş ji ajansa Sputnik re axivî û got: ”Me bi tevê hêzên Artêşa Azad Girê Spî rizgar kir. Em ligel hêzên Suwal El Raqa ya ser bi Artêşa Azad bi hevre birêve dibin.”
Elûş diyarkir ku tiştek xwezayî ye ku ala Artêşa Azad a Suriyê jî linavçeyê hebe. Elûş got: ”Agahiyên dibêjin PYD ji Girê Spî derketiye ne raste. Ti niyetek me yê wesa nîne. Em ji Girê Spî venekêşiyane û venakêşin jî. Li bajêr rêveberiyek sivîl heye, Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermen jî di nav de ne.”
Berpirsê PYD’ê ragehand ku kontrola deriyê sînor ê Akçakale-Til Ebyadê hîna jî di destê wan de ye û hewl didin derî bo çûnhatinan vekin.
Basnews
