Malbatên leşkeran li dijî şer nerazîbûn nîşan da
Termê leşkerê Erzeromî Recep Beycur îro danê nîvro gehandin gundê Kirimkaya ya ser bi navçeya Karakoçanê. Bavê Beycûr jiber nexweşiya dil nekarî beşdarê merasîmê bibe. Mamê wî Omer Baycur di dema merasîmê de bi dengek bilind got: ‘’Min ciwanê xwe bi zindî sand lê termê wî bo min vegheriya. Bila Serokomar bizane ku heta min ew mezin kir û anî vê rojê, min gelek êş kêşa. Birayan bi destê birayan dikujin.’’
Termê leşkerê bi nave Mehmed Xelîl Barkin jî li navçeya Şirnexê Silopî hate veşartin. Li vir jî xalê vî leşkerî Faruk Akkaya li hember Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdopgan nerazîbûn nîşanda.
Piştî veşartina termê Barkin bavê wî ji Parêzgarê Şirnexê Ali İhsan Su re got: ‘’Bila eve xwîna dawî be, êdî xwîn nerije.’’
Di heman demi de xelkê ku beşdarê merasîmê bibûn jî li dijî hikûmeta AK Partî û Erdogan dirûşm qêriyan û xwestin şer raweste.
Efserê Tirk Ferdî Gereklî ku di heman teqînê de miribû jî li navçeya Ceyhana bajarê Edenê hate veşartin. Xizmên Gerklî di vê merasîmê de jî li dijî PKKê û hikûmetê neraznîbûna xwe derbirî û gotin: ‘’We behsa proseya aştiyê kir lê dawî de eve bû agir kete malan.’’
Li bajarê Bursayê jî termê leşkerê bi nave Bahadir Aydin hate veşartin. Wezîrê Tendurustiyê Mehmet Muezinoglu jî tevlî merasîmê bû. Muezînoglu li vir axivî û got: ‘’Heger me Serokoomar Erdogan weke ‘Serok’ hilbijartiba îro ev rewş nedihate jiyankirin.’’
Li ser van gotinên wezîr girseya gel nerazîbûnek tund nîşanda û êrîş bire ser wî û şûşeyên avê, avêtinê. Pasevenên Muezinoglu ew parastin û ji cihê rûdanan dûrxistin.
Termê leşkerê bi navê Bariş Akin jî birin Enqerê. Di dema veşartina termê Akin de dayika wî bang li Erdogan kir ku şerî rawestîne. Dayika Akin hêrs bû û got: ”Çima kurê Erdogan namre?”
Basnews
