2 KURDISTAN – 5 welatên nû li Rojhilata Navîn
Ew zêdetirî 5 salan e ku şerê navxweyî li Sûriyeyê didome. Rewşa li ser erdê niha pir cuda ye û ew welat bi ser 5 beşan de hatiye parçekirin û her beşek di bin bandor û kontrola aliyekê de ye.
Niha li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, ji bilî axa ku di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ye, herêma di bin kontrola kurd li Rojavayê Kurdistanê, herêma di bin desthilatdariya Eniya Nusra, herêm di bin destê çekdarên DAIŞê û herêma di destê Artêşa Azad a Sûriyeyê de li ser erdê hene.
Herêma desthilata rejîma Sûriyeyê
1-Ew herêm %25 ji axa hemû Sûriyeyê pêk tîne.
2-%50 ji rûniştvanên hemû Sûriyeyê li wan cihan dijîn ku niha di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê û rejîma Serokê Sûriyeyê Beşar Esed de ne.
Navçe û deverên di bin desthilata hikûmeta Serokê Sûriyeyê Beşar Esed de niha tenê %25 ji axa Sûriyeyê pêk tînin. Niha rejîma Sûriyeyê kontrola xwe bi ser çend bajarên mezin ên wel Reqa, Idlib û nîvê bajarê Helebê ji dest daye û tenê nîvê Helebê di destê hzên hikûmetê de maye ku ew jî di metirsiyê de ye.
Lê belê ligel wê çendê, piraniya rûniştvanên welatê Sûriyeyê li wan bajaran û navçeyan dijîn ku di bin kontrola hêzên Esed de ne. Li gor daneyên ku hatine ragihandin, 11 milyon û 500 hezar kes li wê herêmê dijîn ku %50 ji rûniştvanên wî welatî pêk tîne.
Herêma DAIŞê
1-Ew herêm %50 ji axa Sûriyeyê pêk tê.
2-Piraniya bîrên petrol û gazê yên Sûriyeyê li wê herêmê ne.
Herêma di bin kontrola çekdarên DAIŞê de nêzîkî %50 ji rûberê welatê Sûriyeyê pêk tîne û mezintirîn herêma niha ya li wî welatî ye ku di bin destê komek taybet de ye.
Kêmtirîn rêjeya rûniştvanên Sûriyeyê li wê herêmê dijîn. Lê belê zêdetirîn bîrên petrol û gazê yên Sûriyeyê li wê herêmê ne û di bin destê çekdarên DAIŞê de ne.
Herwiha piraniya sînorê navbera Sûriyeyê û Iraqê ji aliyê DAIŞê tê kontrolkirin.
Herêma Rojavayê Kurdistanê
Navçeyên di bin desthilata kurdan li Rojavayê Kurdistanê li seranserê Bakurê Sûriyeyê ye û niha ji du herêman pêk tê.
Herêma yekem ku her du Kantonên Cizîre û û Kobanî li xwe digre, ji sînorê Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji bakur rojhilatê Sûriyeyê ve dest pê dike û heta rojavayê çemê Firatê û sînorê Cerablus û Ezaz li bakurê bajarê Helebê dirêj dibe.
Heriwha li aliyê din ên Cerablusê û li bakurê Helebê Kantona Efrîn jî di bin desthilatdariya kurdan de ye ku dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.
Di navbera her du herêmên Rojavayê Kurdistanê de, herêm û navçeyên di bin kontrola DAIŞ, Artêşa Azad a Sûriyeyê û Eniya Nusra hene ku bûne sedem ew herêmên kurdî ji hev veqetiyayî bimînin.
Rojavayê Kurdistanê nêzîkî %15 ji axa hemû Sûriyeyê pêk tîne û rêjeya rûniştvanên wê jî di derdora %15 heta %17 de ye.
Herêma di bin kontrola Eniya Nusra de
Navçeyên di bin destê çekdarên koma Eniya Nusra de ku wek baskê rêxistina Elqaîdeyê li Sûriyeyê tê naskirin, li bakurê parêzgeha Helebê ne û herêmek biçûke.
Herêmên di destê Artêşa Azad a Sûriyeyê de
Ew herêmên hank u di bin kontrola dijbereya miyanrew a Sûriyeyê de ne, nêzîkî %5 ji axa welatê Sûriyeyê pêk tînin û yek ji wan li ser sînorê navbera Sûriyeyê û Urdinê û bilindahiyên Golan a li ser sînorê Îsraîlê ye û ewa din li beşek ji bakurê parêzgeha Helebê ye.
Rudaw
