Amerîkayê li derdora Mûsilê hêz peya kir
Li gor agahiyên ji parêzgeha Mûsilê ve duh danê sibehî Amerîkayê hêzeke xwe ya serbazî li nêzîkî sayloyên bajaroka Rebîayê li rojavayê Musilê danî.
Li gor agahiyan, hejmara wan serbazan gihiştiye hezar kesî û piraniya wan jî ser bi firqeya komandoyê ne.
Tê zanîn, bajaroka Rebîa ya girêdayî Mûsilê niha di jêr kontrola hêzên pêşmerge yên Kurdistanê de ye.
Pêştir jêderekê li nava bajaroka Rebîayê ragihandibû ku Amerîka dixwaze navendekê li bajaroka Rebîayê bi hinceta perwerdekirina eşîretên navçeyên rojavayê Musilê ava bike.
