• Wednesday, 18 February 2026
logo

Salih Muslim: Kurd di Sûriyeya nû de kevirê bingehîn e

Gulan Media August 20, 2015 Nûçe
Salih Muslim: Kurd di Sûriyeya nû de kevirê bingehîn e
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim ragihand, Di Sûriyeya nû de kurd kevirê bingehîn e û da xuyakirin ku di têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞê de ew û Amerîka bi hev re tev digerin.


Di hevpeyvînekê li gel rojnameya Ozgur Gundemê de Salih Muslim got: “Piştî sê salan, îro Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikail Bagdanov di hevdîtina me ya li gel John Kerry de ji me re tişta yekem got; ‘Hûn kevirê quncik ê herêmê ne, ti kes ji we derbas nake.’ Dibêje di pirsgirêka Sûriyeyê ya nû de Kurd kevirê bingehîn in. Milletek ku heya niha nehatî naskirin û heya agahî li ser hebûna wî jî nebûye îro bûne mijara kevirê bingehîn, pêşketinekî gelek girînge û destkeftiyeke.”

Hevserokê PYDê Salih Muslim destnîşan kir ku dibe ku bandoriyekî êrîşên esmanî hebin, lê ji bo vegere encamekî berdewam pêwîstî bi hêzekî bejahî heye , Muslim got: ”Di têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞê de em û Emerîka bi hev re tev digerin. Ji bo encam ji êrîşên hewayî bên girtin, pêwîstî bi hêzên bejahî heye. Bi vî awayî têkoşîna herî berfireh li hemberî DAIŞê pêkhat û bi serket.”

Muslim tekez kir û got: “Em dixwazin ku ev yek wiha bê berdewam kirin jî. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe dema endamekî çeteyan hebe divê em bi rihetî li cihê xwe nerawestin. Yên dixwazin darbeyê li wan bidin em in û ev yek tê zanîn. Em dijminê xwe nas dikin û em li gorî vê yekê têkoşînê dikin.”

Top