• Wednesday, 18 February 2026
logo

Avahiya partiyeke îslamî ya Başûrê Kurdistanê rastî êrişa çekdarî hat

Gulan Media August 20, 2015 Nûçe
Avahiya partiyeke îslamî ya Başûrê Kurdistanê rastî êrişa çekdarî hat
Li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê, avahiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) rastî êrişa çekdarî hat. Rayedarekî wê partiyê jî dibêje, dibe ku ew bûyer ji rewşa niha ya Kurdistanê qewimîbe.

Şeva borî avahiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji aliyê “kesên nenas” ve rastî êrişa çekdarî hat.

Li ser wê bûyerê, alîkarê berpirsê Yekgirtû li Helebce, Zimnako Elî ji Rûdawê re got, di bûyerê de tiştek bi kesî nehatiye tenê derdora 6-8 fîşekan li avahiyê ketine.

Zimnako Elî diyar kir ku gumana wan li ti kesî tine çimkî beriya bûyerê ti tehdîdek li wan nehatibû kirin lê derheqê bûyerê de lêkolîn tên kirin.

Wî rayedarê Yekgirtû anî ziman ku êrişa çekdarî li dijî partiyan wan dibe ku girêdayî rewşa aloz a niha ya Başûrê Kurdistanê be.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, şirîka hikûmetê ye û 10 parlamenterên wê jî li Parlamentoya Kurdistanê hene.

Helwesta Yekgirtû di kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê de, lîberal bûye.

Herî dawî beşek ji parlamenterên Yekgirtû tevlî civîna awarte ya roja 19ê Tebaxê ya Parlamentoyê Kurdistanê bûn beşek ji wan jî tevlî nebûn. Jixwe civîna han ji ber ku hejmara endamên parlamentoyê negihîşt asta qanûnî, nehat kirin.

Rudaw
Top