DAIŞê Erdogan bi ’Şeytan’ û ’Xayin’ binav kir
Çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) girteyek vîdeoyî bi zimanê tirkî belav kir û têde Serok Komarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan bi kesekî xayîn binav kir, jiber ku Erdogan rê daye Amerîkayê bingehên esmanî yên wê li dijî çekdarên wê rêxistinê bikar bîne.
DAIŞê got, Erdogan Tirkiye kiriye Koyleyê Mesîhiyan û rê daye Amerîkayê ku li gor gotina wê gelê îslamê bombebaran bike.
DAIŞê herwiha bang li Misilmanên Tirkiyeyê kir ku piştgiriya wê rêxistinê bikin û li dijî sîstema sekolar a wî welatî derkevin û li dijî Erdogan şoreş bikin.
DAIŞê herwiha daxwaz kir, xelkê Tirkiyeyê li gor gotina wê şerê “Xaçperest, Gawir û Zordaran bikin”.
Ev yek di demekê de ye ku, hefteya borî, 6 firokên cengî yên F-16 ên Amerîkayê gihiştin bingeheke esmanî ya Tirkiyê û dest bi operasyonên li dijî DAIŞê li ser Sûriyê kirin.
