• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ji Şemzînanê koma duyemîn a penaberan

Gulan Media August 19, 2015 Nûçe
Ji Şemzînanê koma duyemîn a penaberan
Li navçeya Şemzînan a girêdayî Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê ji ber şerê navbera PKKê û Tirkiyeyê zêdetirî 200 kesên din penaberî Başûrê Kurdistanê bûn.

Hat zanîn, şerê navbera gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Artêşa Tirkiyeyê li navçeya Şemzînanê ya Bakurê Kurdistanê berdewam dike.

Di encama dijwarbûna şerê navbera PKKê û leşkerên Tirkiyeyê de, bi dehan welatiyên sivîl ên kurd ji Şemzînanê penaber bûn û gihîştin navçeya Mêrgesor a li Başûrê Kurdistanê.

Qayimeqamê navçeya Mêrgesor a girêdayî Hewlêrê, Xefûr Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Îro zêdetirî 200 kes ji Bakurê Kurdistanê ve gihîştin sînorê navçeya Mêrgesroê û tê texmînkirin ku hejmara wan zêdetir be.”

Derbarê cihê hewandina wan penaberên Bakurê Kurdistanê de, Xefûr Ehmed got: “Li sînorê Mêrgesorê ti kampeke akincîkirinê nîne û me daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku bi zêtirîn dem cihê hewandinê bo wan welatiyên dabîn bike.”

Şeva 17ê Tebaxê gerîllayên PKKê êrişî navçeya Şemzînanê û gundên derdora wê kirin û piştî şer û pevçûnên dijwar bi leşkerên Tirkiyeyê re karîn gundê Şepetan û taxeke Şemzînanê kontrol bikin.

Duh jî komeke 242 kesî ji welatiyên Şemzînanê ji ber şerê PKKê û Tirkiyeyê ji cih û warên xwe penaber bûn û li Mêrgesorê bi cih bûn.

Piştî şerê navbera gerîallyên PKKê û leşkerên Tirkiyeyê, welatiyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê bi neçarî penaberî Başûrê Kurdistanê dibin û hejmara wan her diçe zêdetir dibe.

Li gor agahiyan Rûdawê, heta niha nêzîkî 450 kes ji xelkê Şemzînanê penaberî Başûrê Kurdistanê bûne û metirsiya wê yekê heye ku hejmara wan zêdetir bibe.

Ji 13ê Tebaxê ve heta niha şer û alozî di navbera her du aliyan de li navçeya Şemzînanê didome.

Rudaw
Top