• Wednesday, 18 February 2026
logo

Keçka Helepçeyî piştî 27 salan dayika xwe dît

Gulan Media August 19, 2015 Nûçe
Keçka Helepçeyî piştî 27 salan dayika xwe dît


Piştî pişkînînên DNA malbata Meryem diyar bû û bi merasîmek taybet keçka Hepçeyî ya wenda, dayika xwe himêz kir.

Meryem Barutçiyan ew keça Helepçeyî ye ku di dema karesata Helepçe de hê zarokê ber şîr bûye. Navê wê yê biçûkanî Hawnaze Ehmed Qadir e. Bav û birayek wê di dema komkujiyê de şehîd dibin û ew û du birayên wê jî wenda dibin. Malbatek ji Îranê wê hildigrin û weke keça xwe xwedî dikin.

Meryem beriya 3 mehan ji bo peydakirina malbata xwe ya rast hate Helepçe. Piştî pîşkînînên DNA malbata wê peyda bû.

Doh bişev di merasîmekê taybet de ku li Momenta Şehîdên Helepçe hate sazkirin, malbata Meryem ji aliyê Dr Ferhad Meruf Berzencî ve hate aşkere kirin û Meryemê piştî 27 salan dayika xwe himêz kir û bi kesûkarên xwe şa bû.

Navê dayika Meryemê Gêlas e û birayê wê yê wendayî jî beriya demekê li Holanda hate dîtin. Lê belê birayek din hê jî wenda ye.

Di merasîma Meryem û malbata wê de kêliyên hestyar hatine jiyîn û carek din rûyê xembar ê karesata mirovahiyê ya Helepçe hate dîtin.

Basnews
Top