Nûnerê Obama: Me şevek dîrokî derbas kir
Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk, ku beşdarê civîna berferah ya aliyên siyasî ya li Hewlêrê bû, gotku li Herêma Kurdistanê şevek dîrokî derbas kirine.
Cîgirê Wezîrê Derve yê DYA û Nûnerê Taybet ê Obama bo Karên Suriye û Iraqê Brett McGurk şevê din li Hewlêrê beşdarê civîna berfereh a li Hola Sead Abdulah ya di navbera aliyên siyasî bû.
Civîn taybet bû bi krîza siyasî û pirsa hilbijartina serokatiya herêmê. Nûnerê Obama derbarê civînê de li ser navnîşana xwe ya teybet a twitterê daxuyand ku bo çareserkirina pirsgirêkan gavên giring hatine avêtin.
McGurk diyar kir ku ligel Balyozê Brîtanya Frank Bayker beşdarê vê civîna giring kiriye û nivîsî: ”Me li Herêma Kurdistanê şevek dîrokê derbas kir.”
Basnews
