• Wednesday, 18 February 2026
logo

ORMIYE - Hêzên Îranê welatiyekî kurd kuştin

Gulan Media August 19, 2015 Nûçe
ORMIYE - Hêzên Îranê welatiyekî kurd kuştin
Hêzên ewlehiyê yên Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê gule berdan kolberên kurd û di encam de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Ormiye ya Rojhilatê Kurdistanê hejmareke kolberên Kurd ketine ber teqeya rasretarst a hêzên ser sînor ên Îranê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, duh bi şev li gundê Keçele ya li navçeya Mirgever a girêdayî bajarê Ormiyeyê, hejmareke kolberên Kurd rastî teqeya hêzên ser sînor hatin û di encamê de welatiyekî sivîl ê Kurd bi navê Babaxan Ehmedweş jiyana xwe ji dest da.

Herwisa duh danê sibehî jî li nêzîkî gundê Kelasi li Mirgever a ser bi Ormiyeyê ve ku bi Bakurê Kurdistanê re hevsînor e, hejmarek ji kolberên Kurd rastî êrîşa hêzên Îranê hatibûn û di encamê de kesek birîndar bibû û çendîn hespên kolberên kurd jî hatibûn kuştin.

Rudaw
Top