Amerîkayê bersiva PKKê da
Hevserokê KCKê Cemîl Bayik duh ji rojnameya Daily Telegragh re gotibû, ji bo sekinandina şer li Tirkiyê em bi rayedarên amerîkî re hevdîtin dikin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby li ser gotinên Cemîl Bayik got, em yekser bi PKKê re hevdîtin nakin çimkî PKKê rêxistineke terorîstî ye. Di helwesta me ya li hember PKKê de ti guhertine tine. Divê dest ji şer û tundiyê berdin.
Li ser vekişandina mûşekên Patriot ji Trkiyê jî Kirby got, sedema sereke ya vê yekê, modernkirina teknolojiya sîstema mûşekî ya Patriotê ye.
Çend roj berê Amerîka û Almanya ragihandibûn, dê mûşekên xwe yên Patriot, ku ji bo parastina Tirkiyê li hember tehdîdên Balistîk ên Sûriyê, li Tirkiyê hatibûn bicîhkirin, vekişînin.
Di medyaya Tirkiyê de biryara Almanya ji bo vekişandina mûşekên Patirot, wek nerazîbûna li dijî êrişên Tirkiyê li ser PKKê hatibû şirovekirin.
Rudaw
