Hewramî li gel nunerên welatên biyanî civiya
Hêmin Hewramî li gel nunerên welatên biyanî civiya.
Duh berpirsê tikiliyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî li gel nuner û Konsulusên welatên biyanî yên li Kurdistanê de civiya.
Di civînê de Hewramî behsa rewşa niha ya Kurdistanê û herwiha pirsa Serokatiya Kurdistanê bo wan nuner û Konsulusan kir û helwesta partiya demokrata Kurdistanê di wan mijaran de bo wan eşkere kir.
Hewramî herwiha eşkere kir ku partiya demokrata Kurdistanê hertim piştgîriya vê yekê kiriye ku kêşeyên heyî bi diyalog û lihev kirinê werin çareserkirin û eger ew kêşeyên han bi vê rengî nehatin çareser kirin vê demê lazime vegerîn bo ser biryara gel.
