• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amed – Li 4 deveran herêmên leşkerî û qedexe hatin ragihandin

Gulan Media August 18, 2015 Nûçe
Amed – Li 4 deveran herêmên leşkerî û qedexe hatin ragihandin
Li 4 deverên herêma Amedê ya Bakurê Kurdistanê, deverên qedexe û leşkerî hatin ragihandin.

Walîtiya Amedê duh ragihand, ji ber zêdebûna bûyerên şer û aloziyê, hinek deverên bajarên Lîce, Pasûr, Pîran û Farqînê yên Amedê wek deverên leşkerî û qedexe tên ragihandin.

Şeva borî li bajarên Lîcê û Farqînê derketina derve ji bo welatiyên sivîl hatibû qedexekirin.

Ragihandina herêmên qedexe û leşkerî li Amedê piştî wê yekê hat kirin ku rêxistina bi navê Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H), ku rêxistineke nêzîkî PKKê ye, gefa pêkanîna êrişan xwaribû.

Rudaw
Top