Wezîra Derve ya Swêdê: Ez bi bikaranîna kîmyayî li dijî Pêşmerge xembar bûm
Roja 11ê vê mehê, çekdarên DAIŞê li eniya Guwêr-Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê, çekên kîmyayî li dijî Pêşmerge bikar anîbûn. Ev bûyer ji aliyê Almanya, Amerîka û endamên din ên hevpeymaniya li dijî DAIŞê ve hat piştrastkirin û şermezarkirin.
Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallstrom jî li dijî wê bûyerê nerazîbûn nîşan da û got, ez bi bihîstina vê bûyerê xembar bûm.
Margot Wallstrom diyar kir ku bûyera bikaranîna çekên kîmyayî li dijî Pêşmerge bûyerek ciddî ye û divê were lêkolînkirin û wiha axivî:
“Ev nîşan dide ku DAIŞ dikare di şer de metodên herî hovane jî bikar bîne. Helbet beriya niha jî me tiştên wisa dîtibûn. Divê ev bûyer di cîhanê de were şermezarkirin.”
Wezîra Derve ya Swêdê, ku ji radyoya Swêdê re diaxivî, eşkere kir ku dê di demek nêzîk de serdana Herêma Kurdistanê bike û got, me biryar daye bi rêya şêwirmendiyê, di şerê DAIŞê de alîkariya hêzên Pêşmerge bikin.”
Çekdarên DAIŞê meha Hezîrana îsal jî li eniya Guwêr-Mexmûrê her wiha li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û li nêzîkî bendava Mûsilê jî çekên kîmyayî li dijî hêzên Pêşmerge û şervanên kurd bikar anîbûn.
Rudaw
