Xiristiyan piştgiriya Barzanî dikin
Nûnerên Xiristiyanên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de, ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwestin ku lihev bikin û krîza niha bidawî bikin.
Nûnerên Xiristiyanên Başûrê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bi vî awayî bang li aliyên siyasî kirin: “Di vê serdema hesas de ji bo Mesûd Barzanî erka xwe ya Serokatiya Herêma Kurdistanê bidomîne, piştgiriya wî bikin.”
Herwiha nûnerên xiristiyanan ji aliyê siyasî xwestin ku ji bo pêkhatiyên etnîkî û olî mafên xwe bistînin, piştgiriya wan bikin.
Daxuyanî bi îmzeya Metranê Dêra Sûryanî ya Katolik li Mûsil, Kerkûk û Başûrê Kurdistanê Mar Yihanna Batrs, Metranê Serokê Ofîsa Keldanî li Hewlêr Mar Beşar Meta Werda û Metranê Dêra Sûryanî li Mûsil, Kerkûk û Başûrê Kurdistanê Mar Nokodimus Meta Şerîf hatiye weşandin.
Rudaw
