• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokomar pîrozbahî li PDKê kir

Gulan Media August 16, 2015 Nûçe
Serokomar pîrozbahî li PDKê kir
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm rojbûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û salvegera damezrandina Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) pîroz kir.


Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm bi rêya peyameke 69emîn salvegera PDKê pîroz kir û daxwaza kir ev yek bibe helkefta çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê.

Fûad Mehsûm diyar kir, PDK bi bedelên giran gihîştiye van rojan û pîrozbahî li alîgir û endamên wê kir.

Mehsûm anî ziman, niha pêwîstiya kurdan ji hemû caran zêdetir pê yekîtî û hevkariyê heye û divê girîng ji bo vê yekê were dayîn.

Herwiha Serokomarê Iraqê rojbûna Mesûd Barzanî jî pîroz kir û ji bo wî û PDKê serkeftin xwest.

Rudaw
Top