Bêgerd Talabanî: Asayîşa Dêgele daxwaza lêborînê ji me kir
Serokê Freaksiyona YNK’ê li parlamena Kurdistanê Bêgerd Talabanî got ku dema îro hatine Hewlêrê Asayîşa Dêgele daxwaza lêborînê ji wan kiriye û gotiye ku bûyera doh bişev ji ber hevtênegehiştinê rû daye.
Serokê Freaksiyona YNK’ê li Parlamena Kurdistanê Bêgird Talabanî bo BasNews axivî û got: ”Dema em ji Silêmaniyê vegeriyane Hewlêrê, xala pişkînînê ya Dêrgelê daxwaza lêborînê ji me kirin û diyar kirin ku ew bûyera ragirtina parlamenterên Goran ji ber hevtênehiştinê rû daye.”
Talabanî got: ”Divê mirov bi wîjdan biaxive. Asayîşa Dêgelê gelek bi rêz nêzîkê me bûn.”
Bêgerd Talabanî diyar kir ku wê beşdarê civîna îro ya parlamenê bikin û roja rûniştina awarte ya parlemanê jî îro destnîşan bikin.
Basnews
