Li Colemêrg û Hatayê pevçûn
Li gorî agahiyan li Şemzînan di encama pevçûna di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê de derketî polîsekî tevgera taybet jiyana xwe ji dest da. Tê gotin hêj li çend deverên bajêr pevçûn didomin.
Ji aliyê din ve gerîlayên PKK li Hatayê jî bi çekan êriş li Qerqola Cendermeyên navçeya Belenê kirin.
Hat gotin cendermeyan jî bersiva gerîlayan daye û herwiha ti mirî û birîndar çênebû. Hêzên ewlehiya Tirkiyeyê li qûntara Çiyayê Amanosê dest bi operasyonên kirin.
Rudaw
