“Bajarê Varto ketiye bin kontrola PKKê”
Ajansa DÎHAyê, ku ajanseke nêzîkî PKKê ye, ragihandiye, hêzên PKKê şeva borî derbasî nav bajarê Varto bûne û îro danê sibê jî bajar xistine bin kontrola xwe.
DÎHAyê hinek wêne belav kirine ku nîşan didin gerîlayên PKKê li nav bajarê Varto belav bûne û li nav bajêr jî xendeq hatine kolan.
Li gorî agahiyan, ji duh ve li bajarê Varto şer û pevçûn di navbera hêzên Tirk û gerîlayên PKKê de didome.
Walîtiya Mûşê jî îro danê sibê li Varto rewşa awarte ragihandin û derketina derve ji bo welatiyan qedexe kir.
Tê gotin ku artêşa Tirkiyê dora bajêr girtiye û hêzek mezin jî li derdora bajêr kom kiriye.
rudaw
