• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îran qebûl nake ku Tirkiye li bakûrê Suriyê herêmak aram çêbike

Gulan Media August 16, 2015 Nûçe
Îran qebûl nake ku Tirkiye li bakûrê Suriyê herêmak aram çêbike


Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Abdulayan daxuyand ku ew li dijî avakirina herêmek aramin li Suriyê û ragehand ev yek binpêkirina serweriya axa Suriyê ye.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Berpirsê Pêwendiyên Îranê yên li gel Welatên Ereb û Afrîka Hisên Emîr Abdulahyan ji televîzyona dewletê re axivî û ragehand; ”Parastina ewlekariya Tirkiyê bo me giringe. Lê belê pêkanîna herêmek aram li bakûrê Suriyê, binpêkirina serweriya axa Suriyê ye.”

Abdulayan amaje bi wê yekê da ku divê rêyek dib bê dîtin ji mafên nevdewletî neyên binpêkirin û got: ”Pêwist nake hewldan û planên wiha navçeyê aloztir bike.”

Çend roj beriya niha Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Feridun Sinirlioglu ragehandibû ku ew dixwazin li bakûrê Suriyê navçeyek aram çêbikin û muxalîfên tundrew derbixin, li şûna wan Artêşa Azad a Suriyê bicîh bikin.

Basnews
Top