• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Oremarê şer; 3 leşkerên Tirk mirin

Gulan Media August 15, 2015 Nûçe
Li Oremarê şer; 3 leşkerên Tirk mirin


Li herêma Oremara Geverê gerîlayên PKK’ê êrîşê leşkerên Tirk kirin û di encam de 3 leşker hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.

Doh bişev li herêma Oremarê ya ser bi Geverê, gerîlayên PKK’ê êrîş birin ser tîmên taybet ên jendermeyên Tirk û şer derket.

Li gor agahiyên destpêkê di pevçûnan de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin û 6 eşker jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Geverê.

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê ev agahî piştrast kir û da zanîn ku li herêmê operasyonek berfereh destpê kiriye.

Ji aliyê din ve hinek ajansên Tirkiyê dibêjin hejmara kuştiyên leşkeran 5 e.

Li Geverê jî îro jiber salvegera 15’ê Tebaxê destpêkirina şerê çekdarî yê PKK’ê xelkê dikanên xwe venekirin.

Basnews
Top