KERKÛK – Teqînek çê bû
Hat ragihandin, îro li Komelgeha Yermûk a li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê teqînek çê bûye û di encam de 4 kes birîndar bûne ku yek ji wan zarok e.
Rêvebirê Polîsê Kerkûkê û derdora wê, Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Îro sibehî di saet 05:00an de bombeke vedayî li Komelgeha Yermûk li bajarê Kerkûk teqiya û di encamê de 4 kes bi navên Îmad Hemîd, Ebdulmelîk Salih, Elî Hisên û Etaullah Îmad birîndar bûn.”
Serhed Qadir tekez kir, piştî tqînê hêzên ewlehiyê û tîmên hawarhatinê xwe gihandin cihê bûyerê. Qadir got, hêzên ewlehiyê cihê teqînê kontrol kirin û dest bi lêkolînê kirin û tîmên hawarhatinê jî birîndar bo nexweşxaneya Kerkûkê veguhastin.
Komelgeha Yermûk yek ji wan komelgehên akincîkirinê ye ku di sedema rejîma Beis ve li Iraqê hatine çêkirin û li rojavayê bajarê Kerkûkê ye.
