• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şanda Rojnamevanên Başûr daxwaza azadkirina Ocalan dikin

Gulan Media August 14, 2015 Nûçe
Şanda Rojnamevanên Başûr daxwaza azadkirina Ocalan dikin
Şandek rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ligel Serokwezîrê Karbirêveber ê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu û berpirsên vî welatî civiyan û daxwaza azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. Rojnamevanan daxwaz kirin ku AKP ligel HDP’ê koalîsyonê pêk bîne û herwiha ligel Ocalanjî hevdîtinan bikin.

Êvara doh li Koşka Çankaya ya Enqerê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu pêşwaziya şandek rojnamevanên Başûrê Kurdistanê kir. Xwedanê Îmtiyaza dezgeha Bas, BasNews, BasHaber û BasNûçe Botan Tehsîn dicivînê de behsa bûyera Zergelê kir û got ku di vê êrîşê de xelkê sivîl bûne qurbanî û pêwîste xelkên sivîl nekevin bin barê şer.

Tehsîn daxwaz kir ku kesên zirar dîtine bêne qerebokirin û Davutoglu jî got; ”Me navê xelkên sivîl bibin qurbanî. Divê di operasyonên leşkerî de amancên leşkerî hebin û di êrîşa Zergelê de jî jiber hebûna baregaha PKK’ê yali wê gundê bû. Em amadene ku bi tevahî şiyanên xwe qerebûyê kesên qurbanî bikin. Em amadene birîndaran dermanbikin ku niha jî hejmarek birîndaran li Tirkiyê ne.”

Sernûserê rojnameya Xebat jî got pêwîste AKP ligel HDP hikûmeta koalîsyonê pêk bîne, bo wê yekê ku pêwendiyên Tirkiyê ligel Herêma Kurdistanê jî baştir bibe, pirsa çareseriya aştiyane li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ber bi pêş ve here.

Berpirsên AKP’ê jî diyar kirin ku HDP bixwe naxwaze beşdarê hikûmeta hevpeymanî bike û ew bixwe ji vê yekê xwe dûr digirn.

Rojnamevan Arif Qurbanî jî ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê daxwaza azadkirina Ocalan kir. Serokwezîrê Tirkiyê jî li hember vê yekê de got ku Qendîl guh nade Ocalan û biryarên wî cî bi cî nake.

Şanda rojnamevanên Başûr daxwaz ji berpirsên Tirkiyê kirin ku di dema pêş de rê bê dayîn ku şandek ji rojnamevanên başûrî jî serdana Îmraliyê bikin û ligel Ocalan hevdîtinê bikin. Her wiha rojnamevanan rexne li hindek dezgehên dewletê jî kir ku peyva ”Herêma Kurdistanê” bikar naynin û dibêjin ”Bakûrê Iraq”. Davutoglu jî got ku yekem car wan navê Herêma Kurdistanê bikar aniye û ew pir bi asayîli vê pirsê dinerin.

Basnews
Top