YPG: Tirkiyê rêkevtin ligel El-Nusra û DAIŞê kiriye
Li gor nûçeyeka ANHAyê Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo ragihand: Tekane armanca Tirkiyeyê astengkirina pêşketina Rojavayê Kurdistanê ye.
Sîpan Hemo got:“Niha jî ji bo ku pêşiya gihîştina kantonên Efrîn û Kobanê bigire, siyasetek dimeşîne. Ji bo rewabûna vê siyasetê jî dixwaze komên Tirkmenan ên girêdayî Artêşa Azad bikar binîn. Bi vê yekê dixwaze van koman li herêma sînorê di navbera DAIŞ Tirkiyeyê de bicîh bike.
Hemo herwiha tekez kir, ku dewleta Tirkiyeyê bi awayekî fermî ji Cephet El Nusra xwestiye ku ji herêmê vekişe. Ji Nusra xwestine cihê ku niha vala kirine, radestî Liwa Sultan Mûrad bike.
Li gor gotina Wî berpirsê YPGê, "Tirkiye ji hemû hêzan re dibêje ‘herkes bila rihet be, armanca me ne axa Sûriye ye, pêşketinên Kurdan e.’ Ji 2 rojan ve ev pêvajo hatiye destpêkirin.”
