Teqîn li Bexdayê: 260 kuştî û birîndar
Li gor agahiyan, îro otomobîlek ji curê kamyon di nava bazara şînahî (sewze û mêwe) ya bajarokê Sedr li Bexdayê teqiya û li gor zanyariyên destpêkê di enacam vê teqînê de bi kêmanî 60 kes hatin kuştin.
Her li gor agahiyan, zêdetirî 200 kes jî ji ber teqînê birîndar bûn ku birîna hejmarek ji wan dijwar e û egera zêdebûna hejmara kuştiyan heye.
Polîsê Iraqê ragihandiye, di nava qurbaniyan de hejmareke zêde ya zarok û jinan heye û piraniya bazarê jî ji ber bihêziya teqînê hatiye wêrankirin.
Bajarokê Sedr li rojhilatê bajarê Bexdayê ye û piraniya akinciyên wê şîe ne.
