Kirmaşan – Xortekî kurd ji aliyê polîs ve hat kuştin
Li gorî medyaya Îranê, duh li bajarê Kirmaşanê xortekî kurd (22 salî) bi hêceta ku ji destê polîs reviyaye, hat kuştin.
Polîs dibêje, wan xwestine wî xortî bigirin lê wî bi kêrê êrişî wan kiriye û xwe nedaye dest lewma wan jî gulle berdane wî xortî û ew kuştine.
Li gorî îdiayên polîs, gilî li ser wî xortê kure hebûye lewma wan xwestine wî bigirin û bibin dadgehê.
Nav û nasnameya wî xortê kurd nehatiye eşkerekirin.
