HDP piştgiriyê dide hevpeymaniya CHP û AK Partiyê
Li ser hilbijartinên 7ê Hezîranê 2 meh derbas bûn lê li Tirkiyeyê hêj hikûmeteke nû ava nebûye. Hewldanên AK Partî û CHPê ji bo avakirina hikûmeteke hevpeyman berdewam dikin. HDP jî piştgirî dide hikûmeta hevpeyman a AK Partî û CHPê.
Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier derbarê vê yekê de ji Rûdawê re wiha got:
“Weke HDPê rêveberên CHPê yên li Amedê jî dixwazin hikûmeteke hevpeyman çêbibe û demildest pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bike.”
Serokê CHPê yê Amedê M. Şerîf Dogru jî anî ziman, ji destpêkê de CHP di mijara hikûmeta hevpeymanî de ji dil e û wiha domand:
“Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên aştî û biratiyê çareser bibe. Ji ber vê yekê jî divê ev pirsgirêk di bin banê parlamentoyê de bê nîqaşkirin. Ger hikûmeteke hevpeyman pêk were, em dixwazin wezirên dad û karên dervê ji CHPê bin. Ji bo ku bikaribe li Tirkiyeyê guherînên bingehîn çêbike divê ev hikûmet jî heta 4 salan berdewam bike.”
Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmed Davutoglu û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu duşemê li Enqereyê civiyan, lê ji civînê tu encamek derneket. Herdu alî ji bo ku hin xalên nakok zelal bikin dê vê heftiyê careke din bicivin.
Rudaw
