Pêkhateya Keldanî-Suryanî jî piştgirî dide mayîna Barzanî
Parlamenterê fireaksiyona Keldan û Suryanî Kemal Yelda Mergîz daxuyand ku ew jî dixwazin dema erkê Serokê Herêma Kurdistanê bê dirêjkirin.
Parlamenterê Freaksiyona Keldan-Suryanî-Aşûrî Kemal Yelda Mergîz bo BasNews axivî û got: ”Em di vê demê de guhertina Serokê Herêmê baş nabînin.”
Mergîz ragehand ku tenê Barzanî dikare di vê demê de Herêma Kurdistanê ji qeyranê rizgar bike û wiha pêde çû: ”Ji bilî metirsiya DAIŞ’ê, çendîn metirsiyên din jî liser herêmê hene. Yek ji van jî qeyrana darayî ye. Ez geşbînim ku Barzanî bikare van nehametî û qeyranan derbas bike.”
Kemal Yelda Mergîz amaje bi wê yekê da ku gelek mat dimîne dema hindek alî berjewendiyên partiyan dixin pêşiya berjewendiyên neteweyî û yê gel û got: ”Bi ya min di vê serdanê de ladana Barzanî dê qeyranê kûrtir bike, ziyanek mezin bigehîne Herêma Kurdistanê.”
Mergîz herwiha got: ”Em weke fraksiyona gelê Keldan-Suryanî-Aşûrî ya di Parlamena Kurdistanê de, rijdin li ser hilbijartina Mesûd Barzanî bo 2 salên din. Heta wê demê jî partî û aliyên siyasî dikarin di pirsa serokatiya herêmê de bigehin tifaqekî.”
Basnews
