• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sînîroglu: Emê li YPG’ê jî bidin

Gulan Media August 12, 2015 Nûçe
Sînîroglu: Emê li YPG’ê jî bidin
Li gor wan nûçeyên li ragehandine Tirkiye haye belav kirin Sînîroglu daye zanîn ku wan û Amerîka li ser herêma ewle li Suriyê li hev kirine û DAİŞ yan jî YPG ferq nake, eger sînoran derbas bikin wê Tirkiye û Amerîka li wan bidin.

Sînîroglu li ser babeta gelo wê artêşa Tirkiye derbasî nav axa Suriye bibe yan na ti zanyarî nedaye lê gotiye “ wê Artêşa Azad ya Suriye li wê herêmê werin bi cîhkirin.”

Sînîroglu got “ Eger DAÎŞ û PYD’ê têkevin vê herêmê wê Amerîka û Tirkiye bi hevre li wan bide.”

Demek berî niha Amerîka û Tirkiye yê li hev kiribûn û li gor vê rêkevtine wê Tirkiye încirlik bo balafirên Amerîka veke û dijî DAÎŞ’ê bi rêya asmanî şer bike.

Basnews
Top